EUKURD
Ragihandin

Nûçe & Ragihandin

Hemû ragihandinên nû derbarê EUKURD û kanalên me.

25.07.2026

KNK di 103. salvegera Peymana Lozanê de gazî yekîtiya neteweyî û stratîjiyeke hevbeş kir

LOZAN – Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihand ku di 25ê Tîrmeha 2026’an de li bajarê Lozanê ya Swîsreyê dê çalakiyeke taybet li dar bixe. Li gorî bangewaziya KNK, armanca vê çalakiyê ew e ku nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî, kesayet, akademîsyen û dostên gelê Kurd li cihê ku Peymana Lozanê lê hatî îmzekirin bicivin û li ser rewşa îroyîn a Kurdistanê û pêdiviya stratejiyeke hevbeş nêrînên xwe parve bikin. Di bangewaziyê de tê gotin ku di salên borî de bêtir dîrok û encamên Peymana Lozanê hatine nirxandin. Lê îsal armanc ew e ku bersiv li pirsên îroyîn were gerandin: Kurd û Kurdistanî divê îro çi bikin û çawa tevbigerin? Li gorî KNK, di şert û mercên ku metirsî li ser hebûn û destkeftiyên gelê Kurd zêde dibin de, pêdivî ye ku hemû hêzên siyasî û civakî yên Kurdistanê bi hev re bifikirin, nêrînên xwe biguherînin û li ser helwest û biryarên hevbeş li hev bikin. Çalakî dê di 25ê Tîrmehê de li Place du Vieux-Port li pêşiya avahiya ku Peymana Lozanê tê de hatî îmzekirin pêk were. Bername bi panela 13:00–14:30 dest pê dike. Piştre, di navbera 14:30–17:00 de dê Kursîya Azad were lidarxistin û tê de nûnerên partî, rêxistin û kesayet peyam û nêrînên xwe pêşkêş bikin. Dema civînê ji 12:30’an dest pê dike. Li gorî bernameyê, mijarên sereke yên wê çalakiyê ev in: * Rewşa Kurdistan û gelên Kurdistanê di 103. salvegera Peymana Lozanê de, * Pêdiviya yekrêziya di nav mala Kurd de û girîngiya yekîtiya neteweyî, * Hevkarî û tekoşîna hevbeş ya Kurd, Suryanî, Asûrî, Kildanî û Ermeniyan, * Erk û berpirsyariya partî û rêxistinên Kurdistanî, * Metirsiyên li ser dubarekirina Peymana Lozanê û erkên ku li pêşiya Kurdan radiwestin, * Avakirina stratîjiyeke hevbeş ji bo parastina berjewendiyên neteweyî û nîştimanî. KNK di dawiyê de gazî hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanê kir ku beşdarî vê civîna siyasî bibin û nêrîn û pêşniyarên xwe bi raya giştî re parve bikin. Li gorî bangewaziyê, armanc ew e ku di salvegera Peymana Lozanê de bingehek ji bo nîqaş, yekîtiya neteweyî û avakirina stratejiyeke hevbeş were afirandin.

Bêtir bixwîne
Weşan 26.06.2026

Demsala weşanê ya nû dest pê dike

Em her hefte bi bernameyên nû dengê dîasporayê mezintir dikin.

Bêtir bixwîne
Zindî 22.06.2026

Bernameya weşana zindî hat nûkirin

Saetên weşana zindî yên hefteyî hatin nûkirin; ji beşa çalakiyan bişopînin.

Bêtir bixwîne
Bang 18.06.2026

Banga nûçegihanên dilxwaz

Em li benda kesên ku dixwazin ji bajarê xwe nûçe û naverok hilberînin in.

Bêtir bixwîne
Weşan 12.06.2026

Hevkariya naverokê bi MD Ewropa re

Naveroka her du kanalên me êdî di bin yek banî de li EUKURD tê berhevkirin.

Bêtir bixwîne