Li Zûrîhê Kurdan pêvajoya avakirina ji nû ve nîqaş kir
Di civîna ku di çarçoveya xebatên avakirina ji nû ve ji aliyê Konseya Demokratîk a Kurd li Swîsreyê ve li Klotenê hat lidarxistin de, Qanûna Çarçoveyê hate nîqaşkirin.
Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran bal kişand ser kêmasiyên qanûna ku ji aliyê Komîsyona Dadê ya Meclîsê ve hat pejirandin.
Komîna Rêxistinî ya Giştî ya Konseya Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S), di çarçoveya xebatên avakirina ji nû ve de civîneke berfireh lidar xist.
Civîn li Navenda Çanda Rojava ya li bajarê Klotenê, ku girêdayî kantona Zûrîhê ye, hate lidarxistin. Ji kantonên cuda yên Swîsreyê gelek kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser awayê meşandina pêvajoya avakirina ji nû ve û qonaxa ku xebatên li Ewropayê gihîştiyê nirxandin hatin kirin.
Yek ji mijarên girîng ên civînê jî Qanûna Çarçoveyê bû ku li Tirkiyeyê ji aliyê Komîsyona Dadê ya Meclîsê ve hat pejirandin. Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran, ku beşdarî civînê bû, derbarê Qanûna Çarçoveyê ya di çarçoveya pêvajoya «Aştî û Civaka Demokratîk» de hatibû rojeva Meclîsê, agahiyên hiqûqî da.
AYŞE ACAR BAŞARAN: QANÛN XALEKE VEGUHERÎNÊ YA DÎROKÎ YE
Başaran di nirxandina xwe de diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê gaveke girîng e, lê di heman demê de kêmasiyên cidî dihewîne.
Başaran anî ziman ku ev qanûn ji ber ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de cara yekem rê li ber rêziknameyeke hiqûqî vedike, girîng e. Wê got:
«Ev Qanûna Çarçoveyê ji aliyekî ve dîrokî ye. Dewlet cara yekem derbarê pirsgirêka Kurd de rêziknameyeke qanûnî dike. Ev astengeke girîng e. Lê derxistina kesên beriya sala 2005’an ji çarçoveya qanûnê kêmasiyeke cidî ye. Eger ev qanûn di Meclîsê û di qonaxên pêş de bi qanûnên cuda were piştgirîkirin, çareserî dikare pêk were.»
Başaran bal kişand ser rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de û got:
«Rêber Apo di vê pêvajoyê de sermuzakerevan e. Eger dewleta Tirkiyeyê bi rastî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, divê statuya Rêber Apo nas bike.»
Di civînê de herwiha li ser awayê meşandina pêvajoya avakirina ji nû ve di serdema nû de, nêrîn û pêşniyar hatin parvekirin. Nîqaş heta saetên êvarê dewam kirin.